Sî sal bi ser wê roja tarî re derbas bûn dema ku şandên ehrîmen, li xaniyek bê parêz li bajarê Wienê kena li ser lêvên rêberê bêhempaye kurd Dr. Qasimlo yê mezin bi kîna veşartî di mejiyê bi gemare tije fen u xape dêvên dijberî mirovatiyê de bersiv dan. Qasimlo, bi dilek paqij ber bi mesaja aştiyê ve çû, lê haya wî jê nebû ku li pişt maskeya aştiyê, jahriya şer u kuştinê veşartiye. Komara Îslamî, bi teror kirina Qasimlo xwest ken û hêviyê ji gelê kurd bistîne, lê niha, 30 sal piştî vê roja reş li her deverek axa paqije Kurdistanê bi wêne u hêviyên Dr. Qasimlo re tê himberanî hev. Qasimlo bû sembola berxwedana gelê xwe, u Komara tarîtiyê di nava gemara îdeolojiya sedasalên navîn de jahriyê hildimije
Ji bo bîranîna Qasimlo yê her tim rêber
Sal çi qas derbas bibin
…Tu hin qas zindîtirî
Di kenê zarokan de
Di dilê evîndaran de
Di rondikên çavên dayîkan de
Di roniya çavên li rê,
tîrêjên tava jiyanê,
u hêviya sawayên di nava pêçolkan de
Her ku demsal tên
Tu jî bi wan re têy
Weke tu bi xwe sal u demsal bî
Nûbûn u vejînê bi xwe re bînî
Tu u xweza niha yek in
Bi baranê re dibî dilop
Bi tavê re dibî tîrêj
Bi bayê re dibî hilim
Bi befrê re dibî kuliyên aram
Ji avê re dibî cobar
Ji deştê re dibî balge
Ji çiyan re dibî xemil
Zozan bi te rûgeş dibin
Hêvî li Kurdistanê şîn dibe
Pêşmerge pê dilxweş dibin
Jîna te ketiye jiyanê
Bûye hêz bo berxwedanê
Tu namirî, her tim dijî
Weke kurd u Kurdistanê